Piştî serdana Shoygu ya Şamê, Îran hêza xwe li dlibê zêde dike

Hemwextî agribesta Puitn-Erdogan ku derbasî roja xwe ya 19’an dibe, Îran hêza xwe li Idlibê zêde dike û li gelek herêma belav dibe.

Dewleta Tirk a dagirker jî nuqteyên xwe zêde kirin û kirin 50 nuqte.

Her wiha cara 6. dewleta Tirk bêyî beşdariya Rûsyayê dewriyeyek li rêya M4 a Lazqiyê-Heleb pêk anî.

Piştî serdana wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu ya Şamê, Îran hêza xwe li Idlibê zêdetir kir û dewleta Tirk jî hejmara nuqteyên xwe yên leşkerî kirin 50 nuqte.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çekdarên bi ser Îranê ve li derdora bajarê Seraqib, Kefer Nubil û Cebel-El-Zawiyê belav bûn.

Ne tenê li Idlibê, li Helebê jî, bi taybet li herêma El-Îs û Cebel Ezran Îranê çekdarên xwe yên bi navê ”Pasdarên Şoreşger” û çekên giran bi cih kirin.

Hejmara Nuqteyên dewleta Tirk li “Herêmên Kêmşer” bûn 50

Hemwextî wê tevî agirbesta Putin-Erdogan, dewleta Tirk nuqteyeke din a leşkerî li bajarokê Xesaniyê li rojavayê bajarê Cisir El-Şixûr ava kir.

Duh jî li heman herêma navborî dewleta Tirk 3 nuqteyên leşkerî ava kiribûn.

“Parastina Rejîma Sûrî, dronek li derdora baregehê anî xwarê”

Têkildarî şerê li ser erdê jî ragihandina rejîmê destnîşan kir ku Hêzên rejîma Sûrî, dronek li derdora baregeha Himêmîmê ya leşkerî li Ceblê ya gundewarê Laziqiyê anî xwarê.

Li gorî ragihandina rejîma Sûrî, duh êvarî parastina asmanî karîbû vê dronê bîne xwarê.

Cara 6. Tirkiyê dewriyeyek bi tena xwe li Rêya M4 li Idlibê pêk anî

Her wiha wek cara 6. jî di çaçroveya agribesta Puitn-Erdogan dewleta Tirk li rêya M4 a Lazqiyê -Heleb dewriyeyek pêk anî.

Ev dewriye jî bêyî beşdariya Rûsyayê bû.

Back to top button