Li Başûrê Kurdistanê, 3 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku, 3 kesên din li Herêmê bi vîrûsa Coronayê ketine. Duh jî, 41 rewş li wir hatibûn tomarkirin.

Bi vê yekê, jimara nexweşên Corona li Başûrê Kurdistanê dibe 280 kes ku ji wan, heya niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Duh ji aliyê xwe ve, wezareta Tenduristiyê ya Iraqî jî ragihandibû ku, 70 kes li seranserî welêt bi Coronayê ketine.

Li Iraqê heya niha, jimara nexweşên vîrûsê bûye hezar û 31, 344 kes rehet bûne û jimara qurbanan jî 60 derbas kir.

Back to top button