NY:Em ê bi hev re li dijî Coronayê şer bikin

NY teqez kir, ew ê ji bo sivikkirina encamên nexweşiya Coronayê, ku zererê dide aştî û ewlehiyê, bixebitin.

Sekreterê Giştî António Guterres duh di civîna Konseya Ewlekariyê de, bang li welatên endam kir ku “bi hev re li dijî Coronayê têbikoşin”.

Guterres got:

“Divê em bi hev re kar bikin, ev jî tê wateya hevgiriyeke mezin.

Ev şerê nifşekî bi temamî ye, divê em zora wê bibin”.

Piştî gelek nakokiyên ku hefteyên borî di navbera Amerîka û Çînê de derketibûn, duh Konseya Ewlekariyê yekem car ji bo Coronayê civiya.

Jixwe ji ber Corona mijara civînê bû, rûniştin di rêya vîdyoyê re hat lidarxistin.

Back to top button