Çeteyên DAIŞ’ê 4 polîsên Iraqê revandin

Li Kerkûkê şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Iraqê rû da, di encamê de 2 leşkerên Iraqê û 4 DAIŞ’î hatin kuştin.

Îro piştî saetên nîvro çeteyên DAIŞ’ê li gundê Xêde yê bajaroka Daquq a Kerkûkê 4 polîsên Iraqê revandin.

Piştre çekdarên Heşda Şebî û polîsên ferderal li deverê dest bi lêgerîna çeteyan kirin.

Li nêzê gundê Simaqe hêzên Iraqê ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê û li wir pevçûn derket û 3 polîs birîndar bûn.

Di pevçûna navbera her du aliyan de 10 leşkerên Iraqê birîndar bûne, 2 leşker jî hatin kuştin.

Her wiha 4 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.

Hêjayê gotinê di hefteya dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li sinorê Kerkûkê zêde bûye û en çend car in êrîşê hêzên Iraqê dike.

Back to top button