Li Başûrê Kurdistanê, ti rewşên nû nehatin tomarkirin

Piştî kontrolkirina aloziya Corona li Başûrê Kurdistanê, di nava 48 saetên dawî de, dîsa ti rewşên Coronayê nehatin tomarkirin û heya niha 267 kes ji vîrûsê baş bûne. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, di nava 24 saetên borî de, 87 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 48 saetên dawî de ti rewşên nû yên Coronayê nehatin tomarkirin.

Wezaretê her wiha da xuyakirin ku heta niha bi giştî 337 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 267 jê rehet bûne û yên mayî jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Vîrûsa Corona..Li Iraqê, 26 kes bi vîrûsê ketin û 56 jî jê rehet bûn

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî diyar kir ku “di 24 saetên dawî de, 26 kes bi Coronayê ketin û 56 jî jê rehet bûn.

Bi vê yekê, jimara giştî ya pêketiyan gihîşt hezar û 529 kesan û heta niha 82 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 9 kes jî rehet bûne.

Vîrûsa Corona..Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 1343 kesên din bi vîrûsê ketin, 87 jî mirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, li gorî daneyên rejîma Îranê, di nava 24 saetên borî de, hezar û 343 kes bi vîrûsê ketin û 87 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heya niha 82 hezar û 211 kes nexweş in û 5 hezar û 118 kes jî mirine.

Back to top button