Çeteyan li navçeya Şiyê ya Efrînê jina 80 salî kuşt

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî şêniyan û bi taybet dijî jinan didomînin. Çete li navçeya Şiyê ya Efrînê jina (80) kuşt, 3 kur û neviyê wê jî revandin. 

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihad ku çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk jina bi navê Fatme Kinih a (80) ya ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê Kuşt.

Çete ji bo dizîna zêr û pereyan, bi ser mal Fatmê de girtin û ew kuştin.

Rêxistinê da zanîn, pişt ku çeteyan Fatma kuştin, kurên wê yên bi navên Mihemed (60), Fewzî(55), Henan(45) û neviyê Fatme yê bi navê Fewzî (25) revandin.

Her weha çete bi bihaneya lêpirsînê, hejmarek ji jin û şêniyên gund jî revandin.

Çeteyan jina Êzîd piştî êşkencekirina 40 roj berdan

Çavkaniyên herêmê jî diyar kirin ku çeteyan jina Êzîd ya bi navê Gulê Xelîl Cindo ya ji gundê Birc Ebdelo yê Şêrewa pişt 40 roj ji revandinê, berdan.

Çalakvanan dan zanîn ku çete Gulê bi giranî êşkence kir.

Beriya bi demekê jî çeteyan, keça Gulê ya bi navê Xezelê Betal Selmo piştî revandina 41 rojan, berdan.

Back to top button