NY: Gefa li dijî jinên penaber zêdetir e

Komîseriya Bilind a Penaberan ya NY ragihand, di dema krîza vîrûsa Coronayê de rîska tundiya zayendî ya li dijî jin û bi tayîbet jinên koçber û penaber zêdetir e.

Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê tedbîrên mayîna li malê didome.

Li gorî daneyan di rewşeke wiha de tundiya li dijî jinê zêde bûye.

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî got:

Ji bo parastina jin û zarokên keç ên penaber divê em bi rengekî lezgîn bi baldarî tev-bigerin.

Jin û zarokên keç herî zêde bi rîska xeteriya veyîrûsê re rûbirû ne, divê alîkariya ji bo jinên mexdûrê tundiyê ne, zêde bibe.

Jinên ku derfetên xwe yên debarê kême, ji bo karibin debara xwe bikin bi zorê neçarî zewicandina di temenê biçûk de tên.

Back to top button