YNK’ê û Komeleya Îslamî: Divê ev pirsgirêk, bi diyalogê were çareserkirin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamiya Kurdistanê, xwest ku aloziya li Zîne Wertê bi rêya diyalogê were çareserkirin. 

Endamê Buroya Peywendiyên Giştî ya YNK’ê Azad Cola diyar kir ku “Zîne Wertê cihekî hestyar û herêmeke leşkerî ya YNK, PKK û PDK’ê ye, lewre nabe ku PDK’ê ji bo pêşîgirtina vîrûsa Coronayê, hêzeke leşkerî bişîne wir”.

Endamê Rêveberiya Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya Hewlêrê Kemal Hemze jî da xuyakirin ku “zimanê çekê, wê bibe sedema şerê birakujî û kûrkirina aloziyan”.

Hemze bang li aliyên siyasî kir ku “bi danûstandin û diyalogê, vê pirsgirêkê çareser bikin û nekevin xefk û torên dagirkeran”.

Back to top button