Li Başûrê Kurdistanê di nava 24 saetan de 15 kesên din 8 ji Hewlêr û 7 jî ji Kerkûkê bi vîrûsa Coronayê ketine.
Li gorî wezareta Tenduristiyê ya herêma Başûrê Kurdistanê, heta niha 380 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 325 kes baş bûne û 50 nexweş di bin çavdêriya bijîşkî de ne.