DAIŞ gelek êrîş pêk anîn, artêşa Iraqê jî dest bi operasyonekê li Diyalayê kir

Çeteyên DAIŞ’ê li gelek herêman êrîşê hêzên Iraqê kirin, di encamê de gelek kuştî û birîndar ketin. Artêşa Iraqê jî dijî DAIŞ’iyan dest bi operasyonekê li parêzgeha Diyalayê kir.

Şaneya Istixbarata Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Başûrê parêzgeha Selahedînê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî leşkerên Iraqê kirin.

Di encamê de leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî Şaneya Istixbaratê, çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Dibis ê Kerkûkê jî êrîşî polîsên Iraqê kirib, di encamê de polîsek birîndar bû.

Her wiha çeteyan êrîşî nuqteyek hêzên Heşda Şabî li parêzgeha Diyalayê kir, çekdarek Heşda Şabî û sivîlek hatin kuştin.

Duh jî 3 çekdarên Heşda Şabî li Diyalayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin.

Şaneya Istixbarata Iraqê ragihand ku artêşa Iraqê bi hevkariya polîsên parêzgeha Diyalayê, li bajarokê Behirz li dijî DAIŞ’ê operasyonek da destpêkirin.

Back to top button