Tenduristiya hikûmeta Şamê: Pêketina kesekî din bi vîrûsê hat tomarkirin

Tenduristiya hikûmeta Şamê ragihand ku pêketina kesekî din bi vîrûsa Coronayê hat tomarkirin û bi vê jî jimara giştî ya pêketiyên vîrûsê dibe 51.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku kesek din bi vîrûsê ketiye û ji Îmaratê hatiye.

Heya niha li herêmên hikûmeta Şamê 51 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 36 kes baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî berpirsên Wezaretê jî herşeş rewşên dawî ku bi Coronayê ketine ji derveyî welêt hatine û ji destpêka mehê ve ti rewşên nû yên bi vîrûsê di welêt de nehatine tomarkirin.

Hêjayî gotinê ku hikûmeta Şamê rakirina qedexeyê navbera parêzgehan, ji sêşema bê heya dawiya mehê, ragihandiye.

Her wiha li hemû herêmên hikûmeta Şamê, qedexeya derketinê ji 7 û nîvê şevê heta 6 sibehê dewam dike.

Back to top button