“Ji bo destpêkirina pêvajoya duyemîn, em li benda bersiva ENKS‘ê ne”

Salih Muslim: ENKS‘ê heta niha gavên erênî ji bo destpêkirina pêvajoya duyemîn neavêtiye, em li benda bersiva wê ne.

Bi armanca nirxandina rewşa siyasî û aborî ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek bi beşdarbûna bi dehan kesî li dibistana Seqir Qureyîş a bajarê Qamişlo li dar xist.

Di civînê de Salih Muslim diyar kir ku derbarê însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD‘ê ya ji bo avakirina yekitiya Kurdî de gelek partî û hêzên Kurdî helwestên erênî nîşan dan.

Muslim got ku Di pêvajoya yekemîn a hevdîtinan, dikarîbûn gavên erênî bavêjin û nêrînan nêzî hev bikin.

Muslim destnîşan kir ku tê payîn ku gava duyemîn bi tevlêbûna partiyên din ji bo civînan destpê bike.

Li gorî wê “Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” hate avakirin dê tev li civînan bibin.

Salih Muslim got: “ENKS‘ê heta niha gavên erênî ji bo destpêkirina pêvajoya duyemîn neavêtiye. Em li benda bersiva wê ne.”

Back to top button