HRE: Li herêmên Efrîn û Ezazê 5 çete hatin kuştin

Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên we xwestin dagirkeriya xwe li herêmên Efrîn û Ezazê berfireh bike, rastî berxwedaniya şervanên Hêzên Rizgariyê hatin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrişên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên 12 û 13’ê Hezîranê li bejahiya Efrîn û Ezazê pêk aniyî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hêzên rizgariyê diyarkirin ku şervanên wan karîn di encama berxwedaniyek bê hempa de, êrîşa dagirkeriyê tê bibin.

Di şer de 5 çete hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

Her wiha erebeyek hate teqandin, yek hat derbkirin û 2 motorsiklêt jî hatin teqandin.

HRE Nasnameya 3 şervanan eşekre kir

Hêzên rizgariyê ragihand ku 3 şervanên wan heta kêliya dawî li dijî dagirkeriyê şer kirine û gihiştine asta şahadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye.

Agir Efrîn 13’ê Hezîranê, di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Cudî Rustem 13’ê Hezîranê, di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Û Yilmaz Efrîn 13’ê Hezîranê, di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Hêzên rizgariya Efrînê di dawiya daxuayniya xwede, ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza çalakiyên tolhildanê da.

Back to top button