Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ya dagirkirî zarokek kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, çeteyan 18’ê Hezîranê zarokê bi navê Ubeyd Ebd El-Hesen revandibûn û ji malbata wî fidiye xwestibûn.
Ji ber ku malbatê nedikarî fidyeyê ku xwestine bidin, çeteyan Ubeyd ê 13 salî kuştin.
Zarokê navborî şevê din saet 21:00’an li parka Sedaqa ya bajarê Girê Spî ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.