Parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed: Serokkomar û nûnerên Kurd ji tirsa Erdogan dengê xwe dernaxin

Parlamenterê Iraqê Dr. Xalib Mihemed, li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk rexneyên tund li nûnerên Kurd ên li Bexdayê kir û da zanîn serokkomarê Iraqê û nûnerên Kurd di hikûmeta Iraqê de ji bo dilê Erdogan ji wan nemîne, xwe li hemberî êrîşan bêdeng dikin.

Têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bêdengiya nûnerên Kurd li Bexdayê, Parlamenterê Iraqê Dr.Xalib Mihemed ji Rojnews’ê re axivî.

Xalib Mihemed da zanîn ku ne cara yekem e dewleta Tirk êrîş û dagirkeriyê tîne ser xaka Başûrê Kurdistanê û got: ” Dema cara destpêkê êrîş kir, ti nerazîbûn nedît, ji ber wê niha bi rehetî tê nav xaka Herêmê. ”

Xalib anî ziman ku wan Di civînên parlametnoyê de jî sê caran ev daxwaz kiriye, lê Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Beşîr Hedad ji nedîtî ve dihat.”

Têkildarî bêdengiya serokkomarê Iraqê Berhem Salih a li hemberî êrîşan jî Xalib anî ziman : “Mixabin li ser dagirkeriya Tirk a li ser Herêma Kurdistanê bêdeng e. Li gorî min peywendiyên serokkomar li gel Erdogan hene, naxwaze peywendiyên xwe xera bike. ”

Xalib Mihemed da zanîn PDK alîkariya dewleta Tirk dike û tîne nava xaka Başûr û wiha domand: “Ger PDK raste bihêze, ji Tirkiye natirse û xemxwerê xaka xwe ye, bila çar rojan deriyê Îbrahîm Xelîl bigre. tenê bi girtina Îbrahîm Xelîl wê Tirkiye di warê aborî de îflas bibe. Wê carek din nikaribe êrîş û dagirkeriyê li ser xaka Iraqê pêkbîne. Lê PDK naxwaze vê yekê bike, ji berku tirsa wê ji Tirkiye heye.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Xalib Mihemed da zanîn li gel parlamenter Serkewt Şemsedîn Pêşniyarpirsek pêşkêşî serokwezîr kirine.

Xalib diyarkir wan ji Mistefa Kazimî re gotine gelo ji êrîş û dagirkeriya ser xaka Herêma Kurdistanê agahdare yan na, ger lihevkirin hebe çima parlamento nehatiye agahdarkirin, ger ne agahdar e çima li dadgeha navnetewî gilî li ser Tirkiye nake û desthilata xwe bikarnayîne û artêşa Tirk ji xaka Iraqê derxe.”

Back to top button