Serokkomarê Iraqê daxwaza rawestandinên êrîşên Tirkiyê li ser herêmê kir.
Piştî daxuyaniya YNK’ê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser bombebarana dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê, daxuyaniyek belav kir.
Serokkomarê Iraqê diyar kir ku êrîş li dijî qanûnên navneteweyî û cîrantiyê ye û banga rawestandina êrîşan li dewleta Tirk kir.