Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çawûşoglû û Wezîrê Çand û Geştyariyê Ersoy, ku ji bo hin hevdîtinan sibe diçin Almanyayê, wê bi çalakiyên şermezarkirinê bên pêşwazîkirin.
Şandeya Tirk ku ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çawûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy pêk tê, wê bi Wezîrê Karên Derve yê Alman Heiko Maas û Wezîrê Aboriyê Peter Altmaier re hevdîtinê bikin.
Ev hevdîtin jî ji bo rewşa ger û geşta li Tirkiyê ye.
Piştî hat bihîstin wê wezîrên Tirk bên Berlînê, çalakvanên Alman û gelên cuda jî ketin nava liv û tevgerê.
Li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve sibe saet 12:00 wê hatina wezîrên Tirk bê şermezarkirin.
Di çalakiyê de, wê bi taybetî dostaniya çekan a dewleta Alman a bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re bê şermezarkirin û daxwaza rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyê bê kirin.