Li Efxanîstanê ji bo sê rojan agirbest hate ragihandin

Li Efxanîstanê di navbera tevgera Talîban û hikumetê de bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo sê rojan agirbest hate ragihandin. Ji ber agirbesta ku Tevgera Talîban ragihandî, Serokê Efxanîstanê Eşref Xenî biryar da ku 500 girtiyên Talîban serbest were berdan.

Tevgera Talîbanê bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo sê rojan li Efxanîstanê agirbest ragihand.

Di 19 salên şer de ev bû agirbesta sêyem.

Hikumetê de jî ferman da ku operasyonên xwe bide sekinandin.

Nayê zanîn ka wê agirbest pêk were yan na.

Çend saet beriya agirbestê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hate kirin û 17 kes mirin.

Ji sibeha Înê û heta niha tu nûçeyên şer û êrîşî nehatin.

Di nava hefteyê de Talîbanan û Serokkomar Eşref Xenî diyar kir ku di dawiya agirbestê de dibe ku dest bi muzakereyên aştiyê bikin.

Serokê Efxanîstanê Eşref Xenî: Efxanîstan wê 500 girtiyên talîban serbest berde

Ji ber agirbesta ku Tevgera Taleban ragihandî Serokê Efxanê Eşref Xenî biryar da ku 500 girtiyên Tevgera Taleban serbest werin berdan.

Di xîtabeke televizyonê de, Xenî anî ziman ku ji 5 hezar girtî, heta niha 4 hezar û 600 girtî hatine berdan û li gorî hevpeymana di navbera DYA û Taleban de, wê hemû girtî werin berdan.

Lê Xenî bibîr xist ku li gorî destûra welat ne ji erkê wî ye ku biryara berdana 400 kesên din ên girêdayî Taleban bide, ji ber ku destê wan di sûcên xeter de hene.

Xenî destnîşan kir ku ew ê di demeke nêz de, bi meclisa şêxên qebîleyan re peywendî çêbike, da ku der barê wan kesan de biryareke çarenûsî bidin.

DYE û Talîbanê di meha Sibatê de li bajarê Doha yê Qatarê peymaneke dîrokî îmze kiribûn.

Li gorî peymana bi DYE’yê re hikumet wê 5 hezar endamên Talîbanê û Talîban jî wê hezar endamên ewlekariyê yên di destê xwe de berda.

Talîbanê heta niha 1005 endamên ewlekariyê û Efganan jî 4600 endamên Talîbanê berdan.

Back to top button