Hêzên hikumeta Şamê Cebel El-Zawiyê û Cebel El-Ekrad topbaran kirin

Li gel tevgera dronên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê careke din Cebel El-Zawiyê û Cebel El-Ekrad topbaran kirin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê deverên li Cebel El-Zawiyê yên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de jî, hêzên hikumetê eniyên li devera Cebel El-Ekrad ên li bakurê Laziqiyê kirin armanc.

Li aliyê din jî, Çavdêriya Sûrî da zanîn ku artêşa Tirk 40 maşîneyên leşkerî yên nû, di deriyê Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kirin..

Li gorî Çavdêriyê, ev maşîneyên leşkerî ji panzer, erebeyên leşkerî û alavên lojistîk pêk dihatin.

Bi derbaskirina vî karwanê re, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha, jimara giştî ya maşîneyên dewleta Tirk ku derbasî Sûriyê bûne, bû 8 hezar û 615..

Back to top button