Serlêdanên ji bo beşên zanîngehê ji 25’ê Tabaxê heya 15’ê Îlonê ye

Zanîngeha Rojava diyar kir ku serlêdanên ji bo tercîhên beşên zanîngehê wê 25’ê Tebaxê destpê bike û heta 15`ê Îlonê dewam bike.

Endama Rêveberiya Zanîngehê Ebîr Hesaf ji ANHA’ê re axivî û diyar kir ku ew derfetê didin xwendekarên ku dibistana amadeyî serketî qedandine ji bo fakulteyên Zanîngeha Rojava tercîha xwe bikin û navê xwe qeyd bikin.

Ji bilî 6 fakulte û 2 paymengehên ku zanîngeh pêk dihat, îsal dê Fakulteya Hiqûqê û Fakulteya Zanistên Olî, lê zêde bike.

Her wiha zanîngeh beşa wêjeya erebî di Fakulteya Zimanan û Zanistên Civakî û Peymangeha Ragihandinê wê zêde bike.

Back to top button