Roşîn Şêxo: Qetilkirina xwezaya Efrînê qetilkirina jiyanê ye

Kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî civak û xwezaya Efrînê dewam in.
Şêwermenda Hiqûqî ya Rêxistina Mafê Mirovan li Herêma Efrînê Roşîn Şêxo, bal kişand li ser van kirinan û anî ziman:
“Çeteyên li Efrînê bi her awayî destdirêjiyê li mirov û xwezayê dikin. Li aliyekî keda civakê talan dikin û li aliyek din jî darên zeytûnan dibirin û dişewitînin.”

Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ligel binpêkirina mafê mirovan, cihên dîrokî xiradike û xwezayê talandikin.

Hezaran darên zeytûnên li Efrînê hatin birîn û şewitandin.

Li gor belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan heya niha 268 hezar û 300 darên zeytûnê hatin şewtandin û 11 hezar dar jî hatine qutkirin.

Têkildarî mijarê Şêwirmenda Hiqûqî ya Rêxistina Mafê Mirovan li Herêma Efrînê Roşîn Şêxo axivî.

Roşîn di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk bi armanca ku dîroka xwe ya reş zindî bike, êrîşî her deverê dike û got;

Dijminatiya di derheqê xweza û dîroka Efrînê de bi rengekî eşkere tê kirin.

Heya niha bi hezaran darên zeytûna hatine birîn û şewtandin. Li gel talana xwezayê mirov jî tên qetilkirin û revandin.

Ev yek dide diyarkirin ku kîna dewleta tirk li hember dîrok û civakan çiqas mezin e.

Roşîn, balkişand ser zext û tundiya li şêniyên herêmê tên kirin û ev tişt anî ziman;

“Dewleta tirk a dagirker kiryarên dijmirovî derheqê şêniyan de pêk tînin.

Her roj daristan û zeviyên şêniyan tê şewidandin û keda şêniyan talan dikin.

Şewtandin û destdirêjiya ser xwezayê sûceke û divê berpirsyarên wê bên cezakirin. Xerakirina xwezaya Efrînê xerakirina jiyanê ye.”

Roşîn Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên mirovan dikir ku li dijî sucên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bibin xwedî helwest.

Back to top button