Yekîtiya Ewropa ber bi cezakirina Tirkiyê ve diçe

Nerazîbûnên li dijî tevgera dewleta Tirk ya li Rojhilatê Derya Spî zêde dibin.
Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell ragihand ku ji ber kiryarên Tirkiyê li deryaya Spî, wê Tirkiyê were cezakirin.

Josep Borrell diyar kir ku YE ji tevgera Tirkiyê li Derya Spî nerazîye û ew ber bi cezakirina Tirkiyê ve diçin.

Borrell bang li Tirkiyê kir ku di aloziya deryaya Spî de yekalî tevnegere.

Yûnanistan û Qibrisê ji ber vekolandina Tirkiyê ya nerewa gaz û petrolê li beramberî peravên wan, daxwaza cezakirina Tirkiyê dikin.

Wezîrê derve yê Almanyayê Hayko Mas jî bang li welatên Ewropa kir ku di civîna bê ya Yekîtiyê de rê li ber binpêkirinên Tirkiyê bigirin û got:

Ji ber aloziya deryaya Spî têkiliyên Almanya bi Tirkiyê re gelekî zirar dîtin.

Back to top button