Rêveberiya Xweser bûroya ‘Parastina Zarokan ji Şerên çekdarî’ ava kir

Bi Armanca parastina mafê zarokan û dûrxistina wan ji şerên cekdarî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûroya ” Parastina Zarokan ji Şerên çekdarî” ava kir.

Ji bo ne leşkerkirina zarokan, dûrgirtina wan ji şerê çekdarî û parastina mafên wan, 19’ê Nîsana 2019`an, QSD’ê li gel NY’ê peymana qedexeya bikaranîna zarokan û dûrxistina wan ji şerê çekdarî îmze kir û Rêveberiya Xweser jî ev peyman erê kir.

Rêveberiya xweser ji bo pêkanîna vê peymanê îro bi biryarnameyekî bûroya “Parastina Zarokan ji Şerê çekdarî” ava kir.

Di bîryarnameyê de wiha tê gotin:

1- Bûroya “Parastina Zarokan ji Şerê çekdarî” û şaxên wê li deste û komîteyên kar û barên civakî û xebitandinê li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Kobanê, Girê Spî, Şehba, Tebqa û Minbicê, tên ava kirin.

2- Erkên vê bûroyê û şaxên wê pêşwazîkirina giliyên girêdayî leşkerkirina zarokan di nav refên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û binpêkirinên li dijî mafên zarokan e .

3- Buro, giliyên girêdayî binpêkirina mafên zarokan ji hêla malbatan pêşwazî dike û wan giliyan dişîne Fermandariya QSD’ê da ku dest bi lêpirsînê bikin û girtekên pêwîst werin girtin.

4- Siriyet û berjwendiyên xwediyên giliyan parastiye. Her wiha gilîker dikare nasnameya xwe eşkere neke yan jî dikare giliyê xwe di kîjan demê de dixwaze paşde vekişîne.

5- Fermandariya leşkerî li gorî encamên lêpirsînê wê nehêle ti kirinên neyînî li dijî xwediyên giliyan bê kirin.

Back to top button