Parêzerê Ocalan Ibrahîm Bîlmez: Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê hîn jî didome

Ji parêzerên Rêber Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Ocalan ji 1993’an heta roja îro ji bo aşîtiyê têkoşîn dike. Bîlmez destnîşan kir ku mifteya çareseriyê ya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyê li Îmraliyê ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek.

Ji parêzerên Rêber Ocalan Îbrahîm Bîlmez bi boneya 1’ê Îlonê roja aştîyê ya cîhanî û tecrîda li ser Rêber Ocalan ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Ocalan ji bo aştiyeke mayinde 30 sal in tevdigere û hewildanên xwe yê aşitiyê ti carî ranewestandiye.

Bîlmez, diyar kir ku Ocalan ji sala 1993’yan ve tîne ziman ku pirsgirêka kurd bi çekê nayê çareserkirin.

Bîlmez dazanîn ku Ocalan ji sala 1993’yan heta niha 8 caran agirbesta yekalî ragiahndiye û PKK jî bi awayekî erênî nêzî bangawaziyên ji bo agirbestê bûye, lê belê dewletê jî bi şer bersiva wan banagwaziyan daye.

Bîlmez, diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye girankirin û dewleta Tirk dixwaze bi polîtîkayên şer û tecrîdê pirsgirêka kurd çareser bike lê çareser nabe.

Bilmez got:

“Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyê ye.

Tecrîd, neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Kurd û gelên li Tirkiyê dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Tirkiye demokratîk bibe.”

Ibrahîm Bîlmez: Ocalan ji bo aşitiyê şansekî mezin e

Bilmez ragihand ku li Îmraliyê tecrîdeke pir giran heye, zimanê tê bikaranîn zimanê şidetê ye û atmosfera heyî ne atmosfera çareseriyê ye û got:

“Tirkiye ber bi nediyariyeke mezin ve diçe.

Êdî divê ev rewş biguhere. Birêz Ocalan ji bo civaka Tirkiyê şansekî pir mezin e.

Bi peyameke Birêz Ocalan a ji bo aştiyê atmosfera welêt diguhere.

Çareserî li Îmraliyê ye û niha aştî li Îmraliyê tê tecrîdkirin.”

Bîlmez: Aştî bi Ocalan pêkan e

Herî dawî Bîlmez destnîşan kir ku heger hevdîtin bi Ocalan re bên kirin wê bandoreke erênî li her devera welat bike û got:

“Mifteya çareseriyê ya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyê li Îmraliyê ye.

Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek.”

Back to top button