Rêveberiya Xweser bersiv da daxuyaniya Koma bi navê Opozsyonê û destnîşan kir ku El-Herîrî bi vê nameya dixwaze rastiya dewleta Tirk û sûcên wê li herêmên dagirkiriî ji welatên Ereb veşêre. Her wiha anî ziman ” Aliyê bi navê opozisyona Sûrî hevkareê sereke yê Tirkiyê û sûcên wê derheqê gelên Sûriyê de ye.”
Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi daxuyaniyekê ragihand aliyê navê Opozisyona Sûrî li xwe kiriye, rûyê siyasî yê Tirkiyê û hevkarê sereke yê dagirkirina wê ji herêmên Sûriyê re ye.
Rêvebriya Xweser destnîşan kir ” Di dema ku Herîrî ji hemû kirin, sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ji nedîtî ve tê, bang li Komkara Erebî dike ku destwerdanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.”
Rêvebriya Xweser di daxuyaniya xwe de got: ” Hemû kirinên hovane yên li herêmên dagirkirî, koçberkirina bi zorê, qirkirin, ferzkirina ziman û çand û lîreya Tirkî û hildana ala Tirkiyê, encama rêdan û alîkariya Herîrî û opozisyona wî ji Tirkiyê re ye.”
Li ser aliyê eşker ku gefê li yekbûna Sûriyê dixwe jî, Rêveberiya Xweser anî ziman “Pêwîst e Herîrî li aliyê rasteqîn ê ku gefê li yekbûna Sûrî dixwe û xaka wê parçe dike bigere.”
Rêvebriya Xweser diyar kir ku Herîrî bi vê nameyê dixwaze rastiya dewleta Tirk ji cîhana Erebî veşêre û hewil dide ku erkên xwe yên rewakrina dagirkeriya Tirk bidomîne .
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser tekez kir ku naveroka nameya Herîrî, eşkere daxwaza nixumandina sûcên dewleta Tirk e û anî ziman “Armanca projeya Rêveberiya Xweser yekbûna xak û gelên Sûriyê ye, yê ku dagir dike û guhertina demografî û çandî pêk tîne, ew e yê ku Sûriyê parçe dike.”