Artêşa Tirk a dagirker daristanên Çiyayê Cûdî û Bagokê dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker xweza, daristan û çiyayên Kurdistanê dişewitîne.
Artêşa dagirker dîsa daristanên Çiyayê Cûdî û yê Bagokê şewitand.

Leşkerên artêşa dagirker duh li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê li gelek nuqteyan şewat derxist.

Artêşa dagirker agir bi daristanên gundên Spîndarûk, Nêvava, Gundikê Remo gundikê Benavya ya bajarojêk Gundikê Melê ya Şirnexê xist,

Di saetên şevê de jî herêma Qursêkêça û Newa Qêra ku bi ser Şirnexê ve ye şewitand.

Leşker bi hinceta herêma leşkeriye nahêlin gundî şewatê vemirînin. Her ku diçe şewat berbelav dibe.

Her wiha artêşa dagirker hemwextî şewitandina daristana Cûdî agir berda daristanên gundê Kîwex a li qontara Çiyayê Bagok a navçeya Hezex a Şirnexê jî.

Li wir jî şewat her diçe mezin dibe û leşker nahêlin gundî agir vemirînin.

Back to top button