HDP: Ji bo avakirina Demokrasiyê em tên cem hev

Hevserokên Giştî yê HDP’ê starta çalakiya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a “Hevdîtina Demokrasiyê” li ber Meclisa Tirkiyê da.

Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar got:

Em ji bo avakirina demokrasiyê tên cem hev.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêngava 2. a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a “Hevdîtina Demokrasiyê” bi daxuyaniyekê li ber Meclisa Tirkiyê ya li Enqerê eşkere kirin.

HDP’ê destpêkirina pêngavê li meclîsê bi civîna çapemeniyê eşkere kir.

Di civîna çapemeniyê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervin Buldan û Mithat Sancar û parlamenterên HDP’ê amade bûn.

HDP’îyan di çalakiyê de bal kişand ser pêşnûmeya “Pir Baroyî” ku AKP-MHP’ê anî rojevê û Komîsyona Edaletê erê kir.

HDP’iyan di çalakiyê de berdilkên li ser “Parastin nayê bêdeng kirin” li xwe kirin û nivîsên bi kurdî û tirkî “Em bi hevre” rakirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar, daxuyanî da û wiha got:

“Me li dijî darbeyan meşa demokrasiyê daye destpêkirin.

Em pêngava duyemîn li meclîsê didin destpêkirin.

Ji bo demokrasiyê em ê ji Enqerê berê xwe bidin çar aliyê Tirkiyê.

Em ê di serî de li Enqerê hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin.

Di meşa destpêkê de em li ber bêedaletiyê rabûn.

Niha jî em ê hêz û baweriya ku karibe edaletê ava bike nîşan bidin.”

Mithat Sancar da zanîn ku ew li ber xizanî, mêtîngerî, kedxwarî, betalî û nelirêtiyê radibin.

HDP: Em ê heq û qiqûqê ava bikin

Sancar, da zanîn ku deshilat bi fikra tolê hilîne tevdigere û ev tişt anî ziman:

“Desthilat kesên ku nikare kontrol bike û wan li gorî xwe teşe bike hewl dide tolê ji wan hilîne.

Meşa Edîrne û Colemêrgê qîrînek bû.

Niha di hedefa deshilatê de beşên cuda û rêxistinên cuda jî hene.

Dixwaze rêxistin û odeyên pîşeyî jî têxe bin kontrola xwe.”

HDP: Ji bo em hêzan bikin yek em têm cem hev

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar herî dawî da zanîn ku daraz û edalet li holê nemaye û ji bo ew hemû hêzan bikin yek têne cem hev û wiha bi dawî kir:

“Eger em hemû bi hevre bimeşin, li ber rabin û hêza xwe bikin yek em dikarin vê yekê rawestînin.
Me dît ku yên ji têkoşînê bawer bikin teqez bi ser dikevin.
Em dubare dibêjin edalet, demokrasî û azadî wê teqez bi ser bikeve.”

Back to top button