Li bajarê Zerqaa a Urdinê depoyeke teqemeniyê teqiya

Berbanga îro li Urdunê li depoya teqemeniyan a li rojhilatê bajrê Zerqaa teqînekê rû da.

Berpirsekî di fermandariya giştî ya hêzên çekdar ê Urdinê de, ragihand ku vê berbangê li depoya cebilxaneyan a li rojhilatê bajrê Zerqaa yê li Urdinê teqînek rû da.

Berpirs piştrast kir ku li herêmeke tê de şênî tune bûn teqîn rû da û komîteyek ji bo lêkolîna li ser sedemên teqînê hat avakirin.

Wezîrê dewletê yê kar û barên çapemeniya Urdinê Emced Edayla got:” Li depoya ku tê de mayînên morters ên nayên bikaranîn, ev teqîn rû da” û da zanîn “Di lêpirsînên destpêkê de tê destnîşankirin ku sedema teqînê di encama kehrebeya li depoyan bû.”

Fermandariya giştî jî ragihand ku tu zirarên canî ji ber teqînê tune ne.

Back to top button