Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 262 hezar lître mazot hat belavkirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 262 hezar lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd belav kir.

Meclisê 100 lître mazot bi buhaya 19 hezar lîreyên Sûriyê li şêniyan diyar kiriye.

Komîteya Xizmetguzarî bi çavdêriya komînan mazotê li şêniyan belav dike.

Hevseroka Meclisa Giştî ya her du taxan Velantîna Ebdo diyar kir ku heta niha jî xebatên belavkirina mazotê dewam dike.

Velantîna Ebdo anî ziman ku belavkirin wê di demeke nêz de li taxa Eşrefiyê jî dest pê bike.

Valentîna diyar kir ku meclis wê hewl bide di pêşerojê de beşeke din a mazotê li şêniyan belav bike.

Back to top button