48 sazî û partiyên Kurdistanî li Ewropa êrişên li ser HDP’ê şermezar kirin

48 sazî û partiyên Kurdistanî yên Ewropayê, operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP’ê şermezar kirin.

Sazî û partiyan di daxuyaniya xwe de got:

“Ev berdewama siyaseta wan a qirkirina nijadî ya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku ev êrîş ji lawazbûna Erdogan û tirsa wî ya ji rûxandina diktatoriya xwe ya faşîst tê. Lê ev êrîşên xwînxwar, wan ji hilweşandinê rizgar nakin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî faşîzmê milê xwe bidin hev û dakevin qadan û dawiyê li rejîma faşîst bînin û li ser şopa wan berxwedêran bimeşin.

Her wiha bang li hemû mirovahiyê, saziyên mafên mirovan û hêzên demokratîk û aştîxwaz jî hat kirin ku li dijî êrîşan bertekê nîşan bidin.

Back to top button