Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê didome

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ciwanê bi navê Ibrahîm Heyder Osman ê ji gundê Coqê revand. Li aliyekî din çeteyan 4 malên şêniyên resen desteser kirin. Her wiha dizîna mûsima zeytûnan jî bêserûber didome.

Ji bilî revandin û êşkencekirina şêniyan, talan û diziya mûsima zeytûnan li Efrîna dagirkirî didome.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan ciwanê bi navê Ibrahîm Heyder Osman ê ji gundê Coqê yê girêdayî navenda bajêr revand heta niha jî çarenûsa wî nediyar e..

Çeteyan 4 malên şêniyên resen desteser kirin

Li aliyekî din, çeteyan li navenda bajêr pîrejinek ji gundê Me’imila yê Recoyê, ji mala wê qewitand û desteser kirin.

Li gel wê jî, çeteyan mala şêniyê bi navê Ehmed Xelîl ê ji gundê Qestelê li taxa Mehmûdiyê, bi 2 hezar û 700 dolarî firotin.

Li heman taxê, çeteyan mala şêniyê bi navê Mihemed Şewqî yê ji gundê Xelnêrê desteser kir.

Istixbarata Tirkiyê jî dest danî ser mala şêniyê Mihemed Ebû Ziyed ê ji gundê Kurzêlê.

Çete mûsima zeytûnan didizin

Tevî wê, dizî û talana mûsima zeytûnan didome.

Heman rêxistinê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk berhemên zeytûnan ên şêniyên li gundê Dêr Siwanê desteser kirin.

Rêxistinê da zanîn ku çete hewl didin bi behaneyên nerast, diziya zeytûnan rawa bikin..

Heman kirin jî li gundên Bablîtê, Maratê, Bûzîkê, Kefer Şîl ên girêdayî navenda bajêr pêk tên.

Malpera Afrîn Post diyar kir ku çeteyan 700 darên zeytûnê li gundê Qaşa yê Bilbilê yên şêniyên bi navê Cemîl, Nûrî û Cent dizîn.

Çeteyan ji gundê Xilalka berhema 480 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Şêx Elî dizîn.

Li gundê Ze’irê yê Bilbilê jî çeteyan bi temamî darên şêniyê Reşîd Me’imo dizîn.

Çeteyan ji gundê Uqa jî 140 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Sebrî Mihemed dizîn.

Lewra, şênî ji tirsa dizînê, hewl didin beriya berhemên zeytûnan baş bigihên, mûsima xwe rakin.

Back to top button