Ji bo salvegera Berxwedana Rûmetê çalakiyek li kampa Waşûkanî hate lidarxistin

Ji bo salvegera Berxwedana Rûmetê ya Serê Kanî û Girê Spî, li kampa Waşokanî çalakiyek li dar xist.

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê çalakî bi diruşmeya “Bi rihê Berxwedana Rumetê û pêngava azadiyê em ê dagirkeriyê têk bibin” li dar xist.

Bi sedan koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî, PYD’ê, Meclisa Kantona Hesekê û hin aliyên din beşdar bûn.

Çalakî bi temaşekirina pêşengeha wêneyên fotografîk au “Şopdarên Rojê” bi rêxistin kiribûn, dest pê kir.

Di axaftinan de jî, êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û bang li hemû pêkhateyan hat kirin ku piştivaniya QSD’ê bikin û yekîtiya xwe pêk bînin.

Çalakî bi sinvîzyoneke li ser bajarê Serê Kaniyê berî û piştî dagirkeriyê û pêşkêşkirina stranan bi dawî bû .

Back to top button