Di çarçoveya operasyonên QSD’ê yên li dijî şane û bermahiyên DAIŞ’ê de, 19 çete li herêma Dêra Zorê hatin girtin.
Yekîneyên Antî Teror û Hêzên Koalîsyona Navnetewyî 10 Cotmehê li bajarê Dişîşa û Siwer ên herêma Dêra Zorê, li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.
Di encama operasyonê de, 19 çete hatin girtin.
Her wiha jimareke çek û cebilxane jî hat desteserkirin.
Berî hefteyekê jî, li bajarokê Zîban ê gundewarên başûrê Dêra Zorê, QSD’ê operasyoneke lêgerînê li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîbû, di encamê de 3 jê serçete, 8 çete hatibûn girtin.