Endamên Tevgera Mezopotamya komplo û tecrîd şermezar kirin

Li Qamişlo Endamên Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi meşekê tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Endamên Tevgerê ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve dest bi meşê kir.

Endaman dirûşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan berz kir û pankartên “Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” vekiribûn.

Piştre, li ber avahiya NY’yê û piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê tevgerê Efaf Heskî daxuyanî bi zimanê Erebî xwend.

Efaf salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, CPT’ê li hemberî îşkanceya li Îmraliyê tê kirin nikare helwesteke cidî bide.

Efaf pêngava KCK’ê ya bi dirûşme “Bes tecrîd, dagirkerî û faşîst, dem dema azadiyê ye” silav kir û got: “Em ê newestin û rihet nebin, em ê çalakiyan dewam bikin heta ku rêbertî azad bibe.”

Back to top button