Ermenistan û Azerbeycan hevûdu bi binpêkirina agirbesta nû tawanbar dikin

Ermenistanê, Azerbeycan bi binpêkirina agirbesta mirovî ya ku duh di navbera her du aliyan de hatibû ragihandin, tawanbar kir.

Berdevka wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şoşan Stepanyan eşkere kir ku artêşa Azerbeycanê başûrê Qerebaxê topbaran dike û hewl dide deverin nû kontrol bike.

Ji aliyê xwe ve, wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku artêşa Ermenistanê agirbestê binpê dike û herêma li ser sînorê Qerebaxê topbaran dike.

Duh Şemiyê her du aliyan li ser agirbesteke mirovî ya nû li hev kir.

Li gorî lihevkirinê, ev agirbest duh nîvê şevê kete pratîkê.

Back to top button