Rêxistinên Îtalyayê ji bo azadiya Ocalan konferansek lidarxisitn

Li bajarê Bologna yê Îtalyayê jî ji aliyê Rete Kurdistanê ve ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konferansek hate lidarxistin.

Di konferansê de nûnerên Partiya Komunîsta Vesazkirina Nû ya Italî, Petere Il Popolo, Sendîkaya Karkeran a Fîom, Sendîkaya Karkeran a Gel a Cabas, Sendîkaya Karker a Gel CUB û Un Peto Per, hazir bûn.

Di konferansê de ji bo ku azadiya Rêber Ocalan bikeve rojeva raya giştî

ji bo çalakiyan hin biryar hatin girtin.

Ji wan biryaran:

“Wê 1’ê Mijdarê li gelek bajarên Îtalyayê meşên ”Ji Abdullah Ocalan re azadî” werin darxistin.

Pêkhateyên konferansê 15’ê Sibata 2021’an li navenda Romayê wê organîzasyona meşeke mezin bikin.

Di çalakiyan de wê ji bo Ocalan azadî were xwestin, her wiha wê parastinên Ocalan ên ku li Îtalî hatine wergeran danasîna wan were kirin.

Beşdarên konferansê li dawiyê wêneyên Ocalan hildan û bi dirûşmeyan ji Rêber Ocalan re azadî xwestin.”

.

Back to top button