Salvegera 28. a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş)

Îro 28’emîn salvegera şahadeta sembola bedewî, azadî û şer, fermandara bêhempa ya artêşbûna jinê, Gulnaz Karataş \ Bêrîtan e.
Bêrîtan li hember xeta îxanetê ya PDK’ê, bû banga berxwedanê û ji hemû cihanê re nîşan da, ku wê jina kurd li hember xeta îxanetê serî netewîne û teslîm nebe.
Ka em bi hev re, kurte-jiyana şoreşgerî ya fermandara mezin Bêrîtan, temaşe bikin.

Li welatê Rojê, warê xwedawendan, ewran xwe berdabûn geliyên kûr, zeriya bayîzê xwe berdabû dilê welat û ji goliya daran pel diweşiyan mîna xunavan serê sibahan.

Ev ewr bi rûkeniya Bêrîtanê tîrêjên hêviyan ji siberojê re ronî kir.

Bêrîtan bi nasnav Gulnaz Kerataş.

Ew 1971’an li Bogilan a Çewlîkê ji dayîk dibe.

Gulnaz dibistana seratayî, navîn û amadehî li El-Ezîzê dixwîne.

El-Ezîzê wê demê cihê başverûtî, Oldperestî û nûjatparastiya Tirkiyê bû.

1988’an zanîngeha Stenbolê beşa zanistên Aborî qezenc dike.

Elewiyên ku li El-Ezîz bûn, piştî derbaya faşîst a 12’Îlonê ji ber nasnameya xwe ya Olî hîn zêdetir rastî êrîş û çewsandinan hatin.

Ev jî dibe sedem ku dilsoziya Gulnaz ji tevgerên şoreşger di temenek ciwan de dest pê bike.

Ev navgîna bi nakok û aloz di kesayeta Gulnaz de taybetmendiyê berxwedanê ava dike.

Gulnaz Karataş 1990’î beşdarî nava tevgera azadiya Kurdistanê dibe.

Lê ji bo xebatên rêxistinkirina gel, vedigere Tirkiyê û li Stenbolê dest bi kar dike.

Di demeke kin de fêrî zimanê Kurdî dibe û di nava gelê kurde tê hezkirin.

Piştî demekê ji xebatên gelêrî, di heman salê de di encama operasyoneke dewleta Tirk de li gel hin hevalê xwe, tê girtin.

Lê ji ber di êşkenceyê de tu tiştî li ser xwe nabêje, li berxwe dide û ji ber kêmbûna delîlan demekê di girtîgeha Bayram Paşa ya Stenbolê de tê hiştin û piştre tê berdan.

Lê têkoşîna Bêrîtanê li vir sînordar nema.

Bêrîtan di pêşvebirina artêşbûna jinê de, bû çavkaniya hêz û sûdwergirtinê.

Di şerê li dijî dewleta Tirk û hêzên kevneperest de berxwedaniyeke bê hempa da meşandin.

Bêrîtan felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Rêber Ocalan temsîl kiriye.

Şehîd Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’an li hember xeta îxanetê ku PDK wê çaxê pêşengtiya wê kir, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir.

Bêrîtan ji bo bi saxî nekeve destê xayînan xwe ji zinarên Xakurkê de avêt û bi legengtî şehîd bû.

Ev helwest û çalakiya Bêrîtan bandoreke mezin hem li ser gelê Kurd, hem jî li ser hêzên kevneperest kir.

Belê, navê Bêrîtanê dibe helbest û stran, lê ev jî têra vebêjên têkoşîna Bêrîtanê û meznahiya wê nake.

2005’an Şoreşgerê mezin derhêner û Rojnemeger Helîm Dag li ser têkoşîna Bêrîtan filimek bi navê Bêrîtan çêdike.

Ev 28 sal li ser şehadeta Bêrîtan re derbas dibe û heya nih jî bi hezaran jin li ser xeta wê dimeşin û têkoşînê li dijî dagirkeriyê xurt dikin.

Hêzên YJA Starê li ser xeta Şehîd Bêrîtan li Cenga Heftanînê berxwedaneke bê hempa nîşan didin.

Ji bo jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê, dîrokeke nû tê nivîsandin.

Back to top button