Serokê Azerbêcanê: Hêzên me bajarê Şoşe yê stratejîk ê Qerebaxê bi dest xistiye

Serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev ragihand ku hêzên wan bajarê Şoşe yê stratejîk ê herêma Qerebaxê bi dest xistin.

Aliyev di hevpeyvîneke xwe de wiha got: “Ala Azerbêcanê li ser bajarê Şoşe li ba dibe. Şoşe ya me ye, Qerebax a me ye. Ez vê destkeftiyê li gelê Azerbêcanê pîroz dikim.”

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî îro diyar kiribû ku şerê dijwar ji bo bidestxistina bajarokê startejîk, diqewimin ku berê jî serokê Qerebaxê Aryk Harutyunyan wek “dilê Ermenan” bi nav kiribû.

Lê belê piştî ragihandina Azerbêcanê ku bajar bi dest xistiye, Ermenistanê hîna tu daxuyanî nedane.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 27`ê Îlona borî ve li herêma Qerebaxê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de şer heye.

Tevî ku 3 caran agirbest hate ragihandin, lê belê şandina dewleta Tirk ji çeteyên sûrî re da ku li kêleka artêşa Azerbêcanê şer bikin, dewam dike.

Back to top button