Zozan Çewlik: Ji şerekî ku rû bide Mesûd Barzanî berpirsyar e.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik têkildarî operasyona ku hêzên PDK’ê di 4’ê Mijdarê de li dijî kampên gerîla pêk anîn de diyar kir rayedarên PDK’ê operasyona ku li dijî qadên gerîla hate kirin berevajî dikin û got: “Em naxwazin dîrok dubare bibe. PKK û gerîla ti carî alîgirê şerê navxweyî nîne. Ji niha û şûnde ji her operasonên li ser qadên gerîla Mesûd Barzanî berpirse”

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Zozan Çewlik têkildarî operasyona hêzên PDK’ê ya li ser qadên gerîla ya 4’ê Mijdarê ji ANF’ê re axivî.

Zozan Çewlik diyar kir rayedarên PDK’ê operasyona ku li dijî qadên gerîla hate kirin berevajî dikin û anî ziman ku ji ber bûyerê ew xemgîn in, ew xemgîn in ku li dijî qadên gerîla operasyon hatiye kirin û got,

“Em naxwazin dîrok dubare bibe. Gelê me û raya giştî baş dizane ku PKK û hêzên gerîla ti carî nebûn alîgirê şer navxweyî. Li dijî dagirkerî û qirkeriyê dema pêkanîna yekîtiya Kurdan e.”

Zozan Çewlik anî ziman diyar kir, divê êdî hikûmeta herêmê nebe parçeyek ji plana dewleta Tirk a îmhakirinê.

Zozan Çewlik da zanîn ger heta niha şer derneketibe bi saya tevgera wan bûye û wiha dewam kir:

“Ti berjewendiyeke me ji şerê Kurd bi Kurdan nîne. PDK dixwaze vê rewşê sor bike, sedemê vê jî PKK’ê nîşan dide.”

Zozan Çewlik diyar kir PKK ne hêzeke tenê ya parastina parçeyekê û got:

“Em ji bo gelê xwe û berjewendiyê welatê xwe têdikoşin. Em ê li ber her êrîşên li ser nirx û welatê me rabin. Ji niha û şûnde jî ne li dijî pêşmerge û ne jî li dijî hêzekî din a Başûrê Kurdistanê ti planekî me ya êrîşê tine.”

Zozan Çewlik destnîşan kir ji niha û şûnde ji her operasonên li ser qadên gerîla Mesûd Barzanî berpirse e û wiha bi dawî kir;

“Ji şerekî ku rû bide PKK ne berpirs e. Ji ber ku ne di berjewendiyên me de ye. Ji niha û şûnde li kîjan herêmê dibe bila bibe, eger ku operasyonek li ser qadên me pêk were, gerîla wê xwe biparêze û bersiv bide. Li bendê ne ku hikûmeta herêmê helwesta xwe rast bike.”

Back to top button