Li ser darvekirina Seyîd Riza re 83 sal derbas bû

Duh dersim bû îro jî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê…

Li ser jenosîda Dersimê û darvekirina Pîrê Dersimê Seyîd Riza re 83 sal derbas bû.

Seyîd Riza tevî kurê xwe yê çarde salî û pênc kesên din, 83 sal berê li Xarpêtê hat darvekirin.

Di wê demê de, herî kêm 50 hezar kurdên Dersîmê hatin kuştin.

Piştî rûxana Împaratiyoriya Osmaniyan wek paşmayiya împaratoriyê, komara Tirkan hate damezrandin.

Bi ya damezrînerên komarê, sedema belavbûna împaratorî, pirnetewî, pirdînî, pirmezhebî û pirçandî bû.

Ji ber vê dest bi polîtîkayên helandinê kir.

Piştî komelkujiyên Palû- Pîran, Agirî û Zîlanê êdî, dor hatibû Dêrsimê.

Gund û Çiyayên Dêrsimê ku beşeke Çewlîg, Erzincan, Sêwas û Xarpêtê jî li xwe digre, bi firokeyan hatin bomebarankirin, bost bi bost hat dagîrkirin, gazên kîmyayî û jehrî hatin bikaranîn.

Li gor çavkaniyên serbixwe zêdetirî 50 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin, dehezaran kes derbeder bûn û herî kêm 5 hezar zarokên bêdê û bav mane, radestî efser û serbazên Tirk hatin kirin.

Seyîd Riza bo danûstandinan û dawîkirina xwînê, Îlona 1937 bo Erzîncanê tê vexwendin.

Bi gihiştinê re tê girtin û biryara bidarvekirinê didinê.

Mustafa Kemal beriya darvekirinê serdana Xarpêtê dike û bi Seyîd Riza re hevdîtin dike.

Li wir dixwaze ji ber hemû tiştan Seyîd Riza lêborînê bixwaze.

Lê, Seyîd Riza dibêje, “Ez bi direw û lîstikên we tênegihiştim, ev jimin re bû derd, lê min li hember we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd”.

Seyîd Rizayê 74 salî, tevî kurê xwe yê 14 salî û 5 rêber û ciwanên Kurd, 15’ê Mijdara 1937’an, li Xarpêtê hatin darvekirin.

Tevî 83 sal derbas bû, lê hîna jî ev bûyer weke doh li bîra her kurdeke welatparêze.

Meclisa Malbatên Şehîdan ê herêma Firatê Seyîd Riza bi bîr anî

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi daxuyaniyeke Seyîd Riza û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anîn.

Meclisê di komkujiya Dersîmê de rastiya dewleta Tirk bibîrxist û bang li PDK’ê kir ku dawî li hefkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

Daxwaz û xeyalên Seyid Riza, Şêx Seîdan, Egîdan, Zîlan û Bêrîtanan bi yekîtiyê ve tacîdar bikin û pêk bînin.

Back to top button