Tirkiye bi niyet e 200 çeteyên Sûrî bişîne Qeterê

Piştî Lîbya û Qerebaxê, bi navê parastina werzîşê, Tirkiyê hewl dide çeteyên xwe bişîne Qeterê.

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, dewleta Tirk hewl dide sala bê 200 çeteyên Sûrî bişîne Qeterê.

Çavdêriyê diyar kir ku istîxbarata dewleta Tirk, ji çeteyên xwe xwestiye ku navên çeteyên Sûrî yên beşdarî şerê Lîbya û Qerebaxê bûne, ji bo Qeterê amade bikin.

Li gorî heman çavkaniyê, ev çete li jêr navê parastinê wê cihê xwe li avahiyên werzîşê bigirin.

Back to top button