Serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac serdana Tirkiyê dike

Serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac, bi nepenî, serdana Tirkiyê dike.

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset, Serac li ser serê şandeyekê ku ji berpirsên bilind ên hikumeta Wîfaqê û jimarek serkirdeyên hêzên girêdayî wê pêk tê, berî daye Enqereyê.

Piştî dosyayên leşkerî û siyasî, civîna grûpa karê aborî ya Lîbî, rojên 14 û 15’ê vê mehê, li Cinêvê tên lidarxistin.

Şandera NY bo Lîbyayê Stephanie Williams diyar kir ku di vê civînê de, wê nûnerên dezgehên mezin ên Lîbî beşdar bibin û wê bi serkêşiya Misir, Amerîka û YE were lidarxistin.

Hemwextî vê yekê, şandeya NY bo Lîbyayê, gereke din a dandûstandinan, bi endamên diyaloga siyasî ya Lîbî re, dest pê dike.

Back to top button