“Kuştina xwepêşandêrên daxwaza demokrasiyê dikin, rawestînin”

Jimareke çalakvan û rojnamevanên Kurd dest bi pêngava “Kuştina xwepêşandêrên demokrasiyê dixwazin û yên li dijî gendeliyê li herêma Kurdistanê derdikevin, rawestînin” kiriye û daxwaza parastina mafê mirovan dikin.

Çalakvanên Kurd di nameyeke xwe de dibêjin ku, “Başûrê Kurdistanê gelek alîkarî di her warî de wergirtiye, lê gelê wê bêbar dimîne û mûçeyên karmendan nadin.”

Li gor heman nameyê, xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo daxwaza mafê xwe bikin xwepêşandanên aştiyan pêk anîn, lê belê bi fermana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, hemû rêbazên êşkence û girtinê li dijî wan hat bikaranîn.

Çalakvanên Kurd ji Parlamena YE û welatên wê, Qiraltiya Yekbûyî, Amerîkayê û Koalîsyona Navnetwî jî xwest ku “li kêleka xelkê bin û bila şertê destekdayîna leşkerî parastina mafê mirovan û pêkanîna demokrasiyê be.

Back to top button