Hêzên dewleta Tirk sivîlekî ji Mabata û hevjîna wî revandin

Polîsên dewleta Tirk, sivîlekî 38 salî û hevjîna wî yên ji navçeya Mabata ya Efrînê li Enqerê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovam a Efrînê Sûrî diyar kir ku li bajarê Enqerê, polîsan şêniyê bi navê Raid Mihmed Îso (38) û hevîjîna wî Cîhan Hesen Osman a (35) yên ji gundê Kaxrê yê Mabata revandin.

Li gorî Rêxistinê, bi bihaneyên ne rast herdu kes hatine revandin.

Dagirker li navçeya Şera girê Du Derî wêran kir

Li aliyê din Rêxistinê dazanîn ku çeteyan girê Du Derî yê li nêzî gundê Meydankê yê Şera wêran kir.

Li gorî dîmenan ku hatine bidestxistin, gir bi alavên giran hatiye kolandin, darên li derdora gir jî hatin birîn.

Back to top button