3 çeteyên DAIŞ’ê li Selahedînê hatin girtin

Li Iraqê, di encama operasyonekê de, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Fermandarê Operasyonên Samira diyar kir ku Înê 3 çeteyên şaneyên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn a Bakurê Iraqê hatin girtin.

Her wiha di daxuyaniya operasyonê de hat ragihandin ku navenda çeteyan ku xwe tê de vedişartin, bi temamî hat rûxandin.

Şeva heman rojê jî, li Kerkûkê, çotkarek li rojavayê parêzgehê li ser destê çeteyekî DAIŞê hat kuştin û motorsiklêtê wî jî hat şewitandin.

Back to top button