Lîbya..Li Trablusê tevî agirbestê rewşek metirsîdar heye

Li paytexta Lîbya Trablus di navbera hêzên artêşa Wîfaq ya Ixwana mislimîn de alozî zêde bûye.
Tevî agirbestê li paytextê metirsiyek zêde ya şer heye.
Her wiha Serokê Îstixbareta Misrê serdana Fermandarê Giştî yê artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter kir.

Li Lîbya ku ji 2011’an ve şer lê didome, tevî agirbesta hatî ragihandin metirsiyek zêde heye.

Li paytext Trablûsê di nava çeteyên hikumeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn de, alozî kûr bûye.

Ji ber nakokiyên navbera çeteyan li paytextê di her kêliyê de metirsiya derketina şerekî heye.

Hemwextî tevgerek zêde ya leşkerî li nava Trablûsê hinek komên çekdar bi rêya dezgehên ragihandina navxweyî peyamên gurbûna aloziyê piştrast dikin.

Li paytext Trablûsê di nava çeteyên Wîfaqê de alozî kûr dibe

Fermandarê Tugaya Şoreşgeran a Trablûsê Heysem et-Tacurî hikumeta wîfaq û alîgirên wê bi tundî rexne kir.

Tacurî “hikumet bi lewazî” pênase kir û wiha got,

Hêzên hikumeta wîfaqê di nava xwe de ne polîs û ne jî artêşa na hewêne.

Ew tenê weke artêşeke serayê ne. (sera Ordusu)

Wezîrê Hindirîn yê girêdayî Hikumeta Wîfaq Fethî Paşaga bersiva Tacurî da û diyar kir ku her hêzek ji derve bikeve bajar çi dibe bila bibe divê despêkê wan agehdar bike.

Serokê îstixbarata Misrê bi Hefter re civiya

Hemwextî aloziya navbera hêzên hikumeta Wîfaq de, fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter bi serokê Îstixbareta Misrê re civiya.

Li gorî nûçeya di ajansa fermî ya Misrê MENA de hatî weşandin, serokê îstixbareta Misrê Ebbas Kamil yê ji aliyê Ebdul Feteh el Sîsî ve hatî erkdarkirin li Bîngazî bi Hefter re civiyaye.

Di civînê de îşaret bi hewildanên Misrê yên ji bo çareseriya rewşa li welat hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 19-23 yê Cotmehê di cîvîna li Cenevê de di navbera aliyên şer yên Lîbyayê de agirbest mayînde hatibû ragihandin.

Back to top button