Îran: Ger êrîşek li dijî me pêk were wê bersivek xurt bê dayîn

Îsraîl dibêje ew nahêlin Îran bibe xwedî çekên Nûkleerî, Îranê jî ragihand ku di her êrîşeke Tel Avîvê de wê bersivên pêwist bidin.

Xebatkarek leşkerî yê ji ajansa Nour News ya nêzî Parêzvanên Şoreşê ya Îranê re axivî û got:

Rejîma Îsraîl bipejirîne yan nepejirîne, êrîşek li dijî berjewendî yan ewlekariya Tahranê wê bersiveke xurt ji bo Til Evîv were dayîn.

Axaftina qala wê tê kirin ku çapemeniya Îranê de ciheke berfireh girt.

Rêveberiya Tahranê beriya niha jî gelek caran ragihandibû ku ti hewildanek wan ya çêkirina çekên nûkleerî nîne.

Li aliyekî din, sêşema derbasbûyî, Wezîrê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihandibû ku wan ji sedî 20 Uranyuma saf bidest xistiye.

Îran dibêje ew serê her saetekê 17 heta 20 gram uranyumê hildiberînin.

Ji bo gihiştina 120 kg jî divê mehane 8-9 kg were hilberandin.

Bi vekişîna Amerîka ya ji peyaman nukleerî ya Adara 2018’an re û kuştina zanyarê Îranî Muhsîn Fexrîzade Tahranê hemû hêza xwe dabû ser hilberîna uranyumê.

Back to top button