Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk anî ziman ku dewleta Tirk gav bi gav pirsgirêka Kurdî bêhtir binçav dike û dixwaze aloziyê kurtir bike.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Endamê Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku ji ber rewşa girtiyan, di tirseke mezin de ne.
Omer da zanîn ku wan bi hezaran daxwazname û pêşinyar ji Wezareta Edaletê re şandine û heta niha bersiva yekê jî nehatiye dayîn.
Parlamenterê HDP dupat kir ku ew ji rêya xwe venagerin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan didome û di roja 42’an de ye.