PAJK’ê: Tola hevrê Sara bi azadiya jinan dikare bê hilanîn

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê Komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku hilandina tola hevrê Sara armanca bingehîn a PAJK’ê ye û wê bi azadiya jinan hemûyan bê hilanîn.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, Komkujiya Parîsê ku kete sala 8’an bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin:

Em soz didin ku heta berpirsyarên vê komkujiyê hemû bên cezakirin, em ê di asta herî bilind de têkoşîna xwe bimeşînin û jiyana azad ava bikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pergala nûjentiya kapîtalîst ji bo hebûna xwe bidomîne, aloziyê diafirîne.

PAJK dibêje;

Êrişa li dijî hevrê Sara hate kirin, nîşan dide ku nûjentiya kapîtalîst di şexsê dewleta Tirk a faşîst de hewl da bi aloziyek nû xwe ji nava aloziya heyî derxîne û ji bo vê jî herî zêde êrişî jinan dike.

Lê belê berxwedana jinan a li dijî vê faşîzm û serweriya mêr, muhra xwe li serdemê xistiye û xewn û xeyalên faşîzmê hemû têk birine.

Cîhan wê bi destê jinên berxwedêr û azad bê guhertin.

Di serî de, jinên Kurd ên li ser xeta hevrê Sara bûne şoreşger, jinên cîhanê bi tecrûbeyên xwe vê rastiyê careke din nîşan didin.

Koordînasyona PAJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel û jinan kir ku bi rihê sala nû ya berxwedanê, tevlî pêngava azadiyê bibin û faşîzmê li gel saziyên wê hemûyan hilweşînin û jiyana azad ava bikin.

Back to top button