Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 43’an de didome

Greva birçîbûnê ya li zîndanên dewleta Tirk a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafên girtîyan di roja xwe ya 43’an de ye. Çalakiya Mexmûrê jî di roja 22’an de dewam dike. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Kobanê jî di roja 6’an de ye.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî greva birçîbûnê dest pê kir. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafan di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin didome.

Çalakî bi koma 9’an di roja 43’mîn de dewam dike.

Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de cih digirin bertek nîşanî bêdengiya civakê dan û banga piştgirî û xwedîderketinê kirin.

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 22’an de didome

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê li Komeleya Malbatên Şehîdan di roja 22’ê de dewam dike.

Çalakî ji aliyê koma 11’mîn ve hate dewrgirtin.

Çalakvan bi stranên xwe yên dengbêjiyê çalakiyê dewlemend dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 6’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Kobanê jî di roja 6’an de dewam dike.

Sazî û navendên sivîl ên bajêr rojane serdana çalakvanên greva birçîbûnê dikin.

Jinên ku çalakî dewir girtin gotin: “Em weke jinên Ereb bi dil û can piştgiriya xwe ji çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan re nîşan didin.”

Li Helsînkiyê greva birçîbûnê dest pê kir

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê greva birçîbûnê dest pê kir.

Greva ku 5 kes tevlî bûne wê 3 rojan dewam bike.

Back to top button